Hêzên Asayişê: Ji bo parastina ewlehiya civakê em dudilî nabin

Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku jina di bûyera şêlandinê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha eşkere kir ku wan kesên sûcdar girtiye.

Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê bûyerê de, daxuyaniyek da û tê de ev agahî parve kirin:

Pêncşemê 13’ê Nîsanê, jinek li bajarê Hesekê ji aliyê 2 kesên ku li motorsîkletê siwar bibûn, hate şelandinê.

Di encama bûyerê de, ew jin ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû.

Ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber ku birînên wê giran bû, duh sêşemê 18’ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.

Asayîşa me tev hemî beşên xwe bi taybet hêzên me yên li dijî tawanan di heman rojê de dest bi lêkolîn û şopandinê kir.

Di encamê de ew diz girt. Ji bo ku cezayê xwe bigirin ji rayedarên dadwerî re hatin şandin.

Em jî piştrast dikin ku hêzên me, dê dudilî nebin ji bo şopandina her kesî ku ewlehî û aramiya civaka me tehdîd dike.

Back to top button