Vekirina Bûroyên Hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin

Xebatên Paritiya Çepên Kesk ên ji bo hilbijartinan dewam dike. Di vê derbarê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin.

Ji hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Parlamenteran re 26 roj man.

Amadekariyên Partiya Çepên Kesk jî bê navber berdewam dikin.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.

Şandeyên Partiya Çepên Kesk bi keyfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Dikandaran banga piştgiriya bo namzetan kir û got: “Em jî li çep û rastê xwe dixebitin.”

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê jî li taxa Hîcretê buroya hilbijartinê vekirin.

Li navçeya Erxevan a Meletiyê jî Partiya Çepên Kesk bûroya hilbijartinê vekir.

Şande, ji hêla gel ve bi coş hate pêşwazîkirin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê Partiya Çepên Kesk bûroya hilbijartinê ya ciwanan vekir.

Beriya vekirina bûroyê, welatiyan li pêşiya bûroyê li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin.

Li Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, partiyê kesên li bazarê silav kirin û belavok belav kirin.

Li Licê civîna bi coş: em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin

Li navçeya Licê ya Amedê jî Partiya Çepên Kesk bi gel re civiya.

Beriya civînê bi konvoya wesayîtan li bajêr tûr hate avêtin.

Welatiyên li derdorê bi îşaretên serkeftinê û tilîliyan namzet silavkirin.

Berdan Ozturk: Serkeftina me dê weke berxwedana licê be

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê piştre axivî, girîngiya Licê ya ji bo Kurdistanê diyar kir û got: “Licê dilê Amedê ye, serkeftina me dê weke berxwedana Licê be.”

Welatiyên Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê bi gel re civiyan.

Civînên navçeyan ku bi hezaran kes tevlî bûn veguherîn mitîngê.

Di ketina navçeyê de şande ji aliyê konvoyekê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê piştî bi konvoyê li navçeyê tûrek avêt bi tevlibûna bi hezaran kesî li kolanên navçeyê meşek li dar xist.

Back to top button