AHMED TURK: EM NATIRSIN, EM Ê TI CARÎ TAWÎZ NEDIN

Hevşaredarên bajarê mezin a Mêrdînê Ehmed Turk û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy diyar kirin ku erkdarkirina qeyûman dide xuyakirin ku wê şerekî demdirêj biqewime û gotin:
Em natirsin û em ê tewîzan jî nedin, divê gelê me di vê ferqê de be.

Hevşaredarên bajarê mezin yê Mêrdînê Ehmed Turk, gelek parlementer li pêşiya avahiya bajarê Mêrdînê kom bûn û li dijî dagirkeriya şaredariyan heta Parka Karayollari meşiyan.

Hevşaredarê bajarê mezin ê Ehmed Turk ê ku li şûna wî qeyyûm hate erkdarkirin diyar kir ku dema wan şaredarî wergirtine gelek deynê wê hebûye û got

Ji ber ku me fatorê diziya wan eşkere kirin, em bûn hedef.

Em ê tu carî dev ji têkoşîna demokrasiyê bernadin.

Me ti sûc nekiriye, bi vîna gel em hatin hilbijartin.

Bila her kes zanibe em ti tawîzan nadin. Em natirsin jî. Hewldana me ew e ku li vî welatî aştiyeke mayînde pêk were.

Piştî axaftinan girse bi sloganên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Em li Mêrdînê qeyyûm naxwazin’ ber bi avahiya bajêr a HDP’ê ve meşiyan.

PARLAMENTER OZSOY: HIKUMETA AKP’Ê POLÎTÎKAYA ALOZIYÊ DA DESTPÊKIRIN

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlamenterê Amedê Hişyar Ozsoy der barê dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê nerazîbûneke tund nîşan da.

Ozsoy destnîşan kir ku dinya hemû zane ku biryara li dijî şaredariyan hatiye wergirtin li dijî hiqûqê ye û got:

“Eger hevşaredarên me li wezîfeya xwe neyên vegerandin wê polîtîkayeke alozî û şerekî demdirêj bidome.

Me soz daye gelê xwe ku em îradeya gel biparêzin.”

Em gotinên terorê û terorîstan qebûl nakin û ya ku niha tê kirin terora herî mezin a dewletê ye.

Em bang li gel dikin ku li îradeya xwe ya demokratîk, bi çalakiyên demokratîk xwedî derkeve.

 

Leave a Reply

Back to top button