Trump: Dibe ku ev rapor dûrî rastiyê bin, ti belge tune ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku, raporên dibêjin Rûsya pere dane Talîbanê ji bo kuştina leşkerên Amerîkî, dibe ku dûrî rastiyê bin.

Trump li ser hesabê xwe yê Tweeterê got:

Istixbarata Amerîkî min agahdar kir ku wan ti rastiya van raporan nedîtiye, dibe ku ev jî mîna raporên destwerdana Rûsya di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bin, ”New York Times” her dem dixwaze wêneyên komariyan reş bike.

Rojnameya New York Times di nûçeyeke ku belav kiribû de diyar kiribû ku hin berpirsên Istixbarata Amerîkayê guman dikin ku yekîneyeke leşkerî ya Rûsî, bi nepenî, çekdarên girêdayî Talîbanê, li ser kuştina hêzên Koalîsyonê û di nav de hêzên Amerîkî, xelat kirin.

Her wiha rojnameyên ”Wall Street Journal” û ”Washington Post” jî bal kişandibûn ser hewldanên Kirêmlinê yên rêxistinkirina êrîşan li dijî hêzên rojhilatî.

Raporên rojnameyan, tevliheviyeke mezin di hindirê Amerîkayê de çêkir û ev mijar bû pirsgirêkek nû ya hilbijartinên serokatiyê.

Back to top button