Êrîşên Tirkiyê didomin, bêdengî û bêhelwestiya Başûr û Iraqê dewam in

Êrîş û komkujiyên dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomin. Li hember wan, bêdengî û bêhelwestiya hikumeta Başûr û Iraqê jî dewam in. Her ku diçe jî, nerazîbûn, çalakiyên gel û bangên yekîtî û derxistina dewleta Tirk ji xaka Başûr zêdetir dibin.

Ji ber zêdebûna êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumeta Iraq û ya Başûr, bertekên gel zêdetir dibin..

Kedkarê temenmezin Hemze Hisên ê ji bajarê Silêmaniyê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de anî zimên:

“Hikumeta Başûr bi behaneya PKK’ê, rê didin Îran û Tirkiyê ku herêmê bombe û topbaran bikin.”

Desthilatdarên Başûr, hevkariyê bi dijminan re dikin û xiyanetê didomînin

Hemze têkildarî bêdengiya hikumetê got:

“Ji ber ku soz û berjewendiyên desthilatdarên Başûr bi dijminan re hene, bêdeng in. Boriya petrolê diçe Tirkiyê. Di mijara mayîna di desthilatdariyê de hevbeş in. Hevkariyê bi dijminan re dikin û xiyanetê li gelê xwe dikin.”

Şêniyên Germiyanê jî nerazîbûnên xwe li dijî bêdengiya hikumeta Başûr didomînin.

Şêniyan da xuyakirin ku nakokiyên aliyên siyasî hiştiye dewleta Tirk li gorî kêfa xwe, xaka herêmê bost bi bost dagir bike. Başûr û Iraq jî, bêdengî bijartiye.

Şêniyên Germiyanê: Divê aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê bibin yek enî

Germiyaniyan got:

“Divê aliyên siyasî bilez yekîtiyê ava bikin, berjewendiyên gelê Kurd bingeh bigirin û li dijî dagirkeriyê bibin yek enî”.

Şêniyên Germiyanê bang li rayedarên Başûr û hikumeta Iraqê kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin. Her wiha bang li Kurdên derveyî welêt kir ku fişarê li qada navneteweyî bikin, da ku rê li pêşiya êrîşên dagirkeriyê bên girtin.

Şêniyên Germiyanê: Divê Gerîla û Bêşmerge di yek çeperê de şerê Tirkiyê bikin

Kurdên Germiyanê bal kişand li ser şerê Gerîla bi Pêşmergeyan re û got:

“Çawa gerîlayan di şerê li dijî çeteyan de bi pêşmergeyan re şer dikirin, divê bi heman awayî pêşmerge jî bi gerîlayan re di yek çeperê de li dijî dewleta Tirk têbikoşin.”

Şêniyên Ranya: Divê gelê Kurd ji bo têkbirina dagirkeriyê, helwesta têkoşînê nîşan bide

Di heman çarçoveyê de, şêniyên Ranyayê jî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hêviya hikumet û partiyan nemînin û got:

“Divê gelê Kurd, biryara yekgirtinê bide û li benda partî û welatên derve jî nemînin. Divê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan û ji bo têkbirina artêşa Tirk û hilweşandina AKP’ê, helwesta xwe ya têkoşînê nîşan bidin.

Back to top button