Parlamenter Omer Ocalan: Tecrîda li Îmraliyê hêrsa gelê Kurd zêdetir dike

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan der barê tecrîda Li Îmraliyê û mijara yekîtiya gelê Kurd de anî ziman “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd; Mûxatabê yekane Birêz Ocalan e.”

Omer Ocalan diyar kir ku bi taybetî 5 sal in, zilm û polîtîkaya tepisandinê li ser gelê Kurd tê meşandin û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî, ew di siyaseta demokratîk de bi israr in.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, bi taybetî pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk, Omer Ocalan, bi bîr xist ku wan her tim parlament û Rêber Ocalan weke navnîşan nîşan dane.

Omer Ocalan got:

“Tecrîdkirina Birêz Ocalan ji bilî zêdekirina hêrsa Kurdan a li dijî dewlet û sîstemê, bi kêrî tiştekî nayê.”

Her wiha diyar kir ku yê herî guncaw ji bo çareseriyê jî Rêber Ocalan e û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kir û bi bîr xist ku Tirkiye bi van kirinên xwe destûra xwe ya bingehîn binpê dike.

Back to top button