Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameya şervanê xwe Mehmûd Îdan El-Salih bi nasnav Kirstiyan ragihand.
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Mehmûd Îdan El-Salih bi nasnav Kirstiyan 20’ê Tebaxê di encama kemîna şaneyên DAIŞ`ê de şehîd bû.
Meclisa Leşkerî ya Suryan têkildarî şehadeta şervanê wan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Meclisa Leşkerî ya Suryanî di daxuyaniya xwe de wiha got:
20’ê Tebaxê wesayîteke me ya leşkerî li Dêrazorê li nêzî bajarokê El-Sebha dema erka xwe pêk dianî, ket kemîna şaneyên DAIŞ’ê.
Di encamê de şervan Mehmûd Îdan El-Salih û 2 şervanên din jî bi giranê birîndar bûn.
Meclisa Leşkerî ya Suryanî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandin xeta şehîdan dûbare kir.
Nasnameya şehîd wiha ye:
MEHMÛD ÎDAN EL-SALIH – KIRSTIYAN
20 TEBAXA 2019 – DÊRA ZORÊ