Çalakiya nobetê li Mexmûrê ya li dijî tecrîdê bi koma 31. dewame

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 149’an de didome. Çalakî îro jî ji aliyê koma 31’emîn ve hate dewrgirtin.

Merasîma dewrkirinê bi kombûna çalakvan û xelkê wargehê destpê kir.

Li ser navê koma 30’an Nalîn Gokalp axivî.

Nalîn Gokalp pitşgiriya gelê Mexmûrê ya bi çalakvanên girtîgehê re anî ziman û got:

“Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Divê demildest tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bi fizîkî bê azadkirin.”

Her wiha bang li jin û ciwanan hate kirin ku li dijî tecrîda û zilma heyî bêdeng nemînin.

Piştî axaftinê çalakî dewrî koma nû ya 31’emîn hate kirin.

Piştî wê, bi boneya “Roja Pirtûkan a Abdullah Ocalan a Cîhanê” pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin.

Çalakiya Mexmûrê a ji bo şikandina tecrîdê bi koma 30’an didome

Back to top button