Çalakiya Mexmûrê a ji bo şikandina tecrîdê bi koma 30’an didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 143’an de bi koma 30’an didome.

Merasîma guhertina çalakiyê, bi kombûna çalakvan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 29’an Qiymet Nerexî axivî.

Qiymet tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got:

“Em wek jinên Kurd xwedî li Rêberê xwe derdikevin û Rêber Apo xeta me ya sore.

Em çalakiya xwe diyarî Rêber Apo û tevahî girtiyên azadiyê dikin.”

Piştî axaftinê, çalakiya nobetê dewrî koma 30’an a jinên ciwan hat kirin.

Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo ya li Mexmûrê di roja 138’an de didome

Back to top button