Li Dêrikê gireva birçîbûnê dest pê kir

Şêniyên Dêrikê li hember ferzkirina tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo û ji bo piştgiriya girava birçîbûnê, dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Însiyatîfa gel a ji bo azadiya Rêber Apo bi dirûşma “Em berxwedana zindanan silav dikin û wê bi giyan û nirxên şehîdan rêberê xwe azad bikin” konê çalakiyê veda.

Gelek kes beşdar grevê bûn.

Beşdaran piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê aşkere kirin.

Kesên ku li wir axivîn tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin:

“Siyasetên li dijî gelên bindest di şexsê Rêber Apo de tên meşandin nikarin me ji têkoşîn û berxwedanê dûr bixin.

Em soz didin ku asta berxwedana xwe li hember wan siyasetan bilind bikin.”

Tê payîn ku girev sibe bi dawî bibe.

Komîteya Amadekar da zanîn ku hemû bajar û navçeyên Herêma Cizîrê wê tev li çalakiyê bibin.

Back to top button