Mala Êzidiya ya Helebê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir

Di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, Mala Êzidiyan a Helebê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, banga zelalkirina rewşa Rêber APO hate kirin.
Her wiha di civîna li heman bajarî hate lidarxistin de, hate gotin:
Rêya çareseriya tevahî pirzgirêkan fikrên Rêber APO ne.

Pêkhateyên herêmê rojane dadikevin qadan û bi çalakiyên cuda banga eşkerekirina rewşa Rêber APO dikin.

Îro jî li herêmê bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin û tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin.

Mala Êzidiyan a Helebê ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirkiyê bi rêya ferzkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û nedayîna ti agahiyekê li ser rewşa wî pîvanên mirovî û navnetewî binpê dike.

Qirkirina li dijî gelê Kurd bi taybet li dijî civata Êzidî, nîşaneya mezin a tevkariya hêzên hegemon e.”

Mala Êzidiyan dawiyê bang li saziyên navnetewî, hiqûqî û bi taybet CPT kir ku bikevin tevgerê û rewşa Rêber Apo zelal bikin.

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo, çareseriya pirzgirêkên Rojhilata Navîn e’

Li aliyekî din jî Komîteya Têkiliyê Dîplomasî ya PYD’ê di bin dirûşma “Dozên Rojhilata Navîn û Çareseriya Ocalan” civînek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê lidar xist.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û meclisên jinan beşdarî civînê bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya PYD’ê Eyşe Hiso ve hate kirin.

Eyşe Hiso diyar kir ku çareserkirina pirzgirêkên li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.

Piştî mijarên rojevê hatin goftûgokirin, bal hate kişandin ser fikir û felsefeya Rêber Apo ku li giştî cîhanê bûye nemûne.

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.

“Azadiya Rêbertî daxwaza tevahî gelên cîhanê ye”

Back to top button