Polîsan gefa kuştinê li Tanrikûlûyê HDP’yî xwar

Vê carê polîsên Tirk, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû binçavkirin ..
Gefa kuştinê jî lê xwar.
Parêzera Husamettîn Nagehan Avçîl da zanîn ku ew ji ewlehiya jiyana miwekîlê xwe bi fikar e.

Husamettîn pêr di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de li navçeya Esenyurdê hat binçavkirin .

Tanrikûlû, li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin.

Parêzer Nagehan Avçil a endama OHD’ê diyar kir ku polîsan gefa kuştinê li miwekîlê wê xwariye.

Avçil da zanîn ku polîsan ji miwekîlê wê re gotiye:

“Tu derbikevî derve jî em ê te bikujin..”

Avçil dibêje :

Ez ji ewlehiya canê miwekîlê xwe bi fikarim .

Ji ber biryara sînordarkirinê li ser dosyeya miwekîlê min heye, hinceta binçavkirinê bi wan re nehatiye parvekirin..”

Avçil dawiyê banga hestyariyê li raya giştî kir.

Back to top button