Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê lêkolînên xwe yên derbarê Tirkiyê de temam kir

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê ku lêkolînên dîjîtal ên 2 rojan ên li Tirkiyê temam kir, derbarê tecrîd û binpêkirinên dewleta Tirk yên li girtîgêhan daxuyaniyek da. Heyetê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo divê tavilê bi dawî bibe û bang li CPT kir ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bike.

Her sal heyeteke aştiyê ji bo li Îmraliyê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike serdana Tirkiyê dike.

Îsal jî bi amadekariya Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, Sendîkayên Karker ên Brîtanyayê û Aştî ji Kurdistanê re, mezintirîn Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê lêkolînên dîjîtal ên 2 rojan ên li Tirkiyê temam kir.

Heyetê bi nûnerên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, komeleyên girtiyan, malbatên girtiyan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di nav de bi gelek parêzeran re hevdîtin kir.

Di encama hevdîtîn û lêkolînên heyetê yên derbarê sûc û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê de daxuyaniyek hate dayîn.

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê diyar kir Rêber Apo 23 sal in bi rengekî dijberiya li hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan li Girava Îmraliyê tê girtin.

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê: Mafê parastina qanûnî yê Abdullah Ocalan tê binpêkirin

Heyetê anî ziman rejîma tecrîdê ya li Girava Îmraliyê li temamiya sîstema girtîgehan a li Tirkiyê belav bûye û binpêkirinên mafên mirovan ên ku heyetê tespîta wan kir wiha rêz kir:

“Girtîgehên tecrîdê bi tîpa F têne çêkirin û girtiyên siyasî di nava dîwarên girtîgehê yên heyî de têne tecrîdkirin û pêkanînên dîsîplînê bi rengekî giran li wan tê ferzkirin

Di nava van şert û mercan de kiryarên xerab û êşkence li girtiyên siyasî tê kirin û bi rengekî cidî tedawiya tibî ya girtiyên nexweş tê astengkirin.

Destavêtin, êrişên zayendî û sûcên bi heman rengî ji aliyê cerdevanan, leşker û personelên girtîgehê ve têne kirin û di nava vê sîstemê de kiryar bêceza tên hiştin.

Mafê parastina qanûnî yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. ”

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê: Divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bi dawî bibe

Heyeta Aştiyê bal kişand ser xeteriya li ser jiyana Rêber Apo û xwest Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi erka xwe rabe.

Heyetê destnîşan kir Rêber Apo li gel êşkenceya giran a bi salan di aştî û demokrasiyê de israr dike û got:

“Hebûna Abdullah Ocalan li dora maseya danûstandinan ji bo aştiya herêmê pêwîstiyek e.

Dem hatiye ku cîhan bi berpirsyarî rabe”

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê dawî bang li saziyên navneteweyî kir divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bi dawî bibe.

Back to top button