Raporên îstîxbaratî yên Îsraîl: Rûsya beşek ji hêzên xwe yên Sûriyê vekişandiye û li şûna wan hêzên Îranê bi cih bûne

Rûsya ku şerê xwe yê li dijî Ukraynayê didomîne, di tevgera hêzên xwe yên li Sûriyê de jî guhertinan çêdike.
Li gorî Çavkaniyên îstîxbaratî yên Îsraîlê, Rûsya beşek ji hêzên xwe yên li Sûriyê vekişandiye û li şûna wan hêzên Îranê bi cih bûne.

Li gor raporên cîhanî, Rûsya ji bo ku tevger û hejmara hêzên xwe li Ukraynayê zêde bike, beşek ji hêzên xwe yên li Sûriyê jî vekişandiye.

Pisporê Têkiliyên navneteweyî Dr. Iyad El-Mecalî li ser mijarê got:

“Gurbûna şerê li Ukraynayê bandoreke mezin li siyaseta derve ya Rûsyayê û armancên wê yên sereke kiriye, di armancên Rûsyayê yên siyasî û aborî de guhertin çêbûne.”

Çavkaniyên Îsraîlê jî dibêjin hemwextî vekişîna hêzên Rûsyayê, komên alîgirên Îranê bi pêşengiya endamên hêzên Pasdarên Îranê dest bi avakirina baregehên nû kirine.

Li gor şîroveyan, vekişîna hêzên Rûsyayê hesabên Îsraîlê li Sûriyê naguherînin, Îsraîl parastina hevsengiya siyasî ya di navbera Amerîk û Rûsyayê de dike.

Li gorî nerîna Mecalî Îran li Sûriyê, nabe altarnatîfa Rûsyayê.

Back to top button