Amerîka tevna Fînansa maddî eşkere kir

Amerîkayê, tevna ku alîkariya madî pêşkêşî çeteyên DAIŞ’ê dike ceza kir.
Eşkere bû ku tevna behsa wê têkirin, li Sûrî, Tirkiyê û Endonezyayê bi karê fînasnekirinê radibû.

Mijar ji aliyê Ajansa Nûçeya a Reutersê ve hat belavkirin.

Li gorî ajansê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tevna ji 5 kesan pêk tê bi sedema ku alîkariya madî dide “komên tûndrew” li Sûrî, ceza li wan birî ye.

Reuters di nûçeya xwe de cih daye vê daxuyaniya Wezareta Darayî ya Amerîkayê:

Di mijara derbasbûna komên tûndrew ji bo Sûrî û deverên di bin kontrola DAIŞ’ê de, ev kes bi roleke diyar rabûne.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên Sûrî, bi rûya van kesan pere bidest xistine.

Wezaretê eşkere kir ku ew tevn, li Tirkiyê û Endonezyayê pereyan kom dike û got,

Beşek ji van pereyan ji bo derbaskirina zarokan bi qaçaxî û radestkirina wan bo çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, hatine bikaranîn.

Li gorî biryarê, fînansorên ku ceza li wan hatiye birîn ev in:

Dwi Dahlia Susanti, Rudi Heryadi, Ari Kardian, Mihemed Dandi Adhiguna û Dînî Ramadanî.

Back to top button