Salvegera 29. a şehadeta Bêrîtan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan hat bibîranîn

Di salvegera 29`emîn a şehadeta Bêrîtanê de, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranînê li dar xistin.
Di çalakiyan de qala rola şehîd Bêrîtan di xurtkirina tevgera jin de hat kirin û soza şopandina riya wê hat dayîn.

Di salvegera 29`emîn a şehadeta Bêrîtanê de, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranînê li dar xistin.

Tirbespiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê şehîd Bêrîtan û 43 şehîdên meha Îlonê bi merasîmekê bi bîr anîn…

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin: ew bi saya fedekariya şehîdan jiyaneke azad û bi rûmet dijîn.

Çilaxa

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa jî şehîd Bêrîtan li Navenda Çand û Hunerê ya li herêma El-Înaş a başûr rojhilatê navçeyê bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de semînerek li ser nirxandinên rêber Ocalan derbarê Şehîd Bêrîtan de hat dayîn û senevisyona kurte jiyana Bêrîtanê hat tamaşekirin..

Girkê Legê

Şêniyên navçeya Girkê Legê jî li Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê kom bûn û merasîm li dar xistin..Li vir jî endama Kongreya Star Semîra Yûsif axivî û îşaret bi berxwedana Bêrîtanê li hember xeta xiyanetê ya PDK`ê kir.

Til Birak

Li Til-Birakê jî Kongreya Star li holê civînan a navenda Çand û Hunerê ya taxa Xerbî, civînek ji şêniyan re organîz kir û tê de qale Şehadeta Bêrîtanê ku çawa heta fişeka xwe ya dawiyê şer kiriye û teslîm nebûye hat kirin..

Amûdê

Şêniyên navçeya Amûdê bi merasîmekê şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê de li holê Beylesan, bi bîr anî. Bi sedan şênî, saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê tev li merasîmê bûn.

Dirbêsiyê

Bi heman mebestê, Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê civînek li dar xist. Di civînê de bi sedan şêniyên navçeyê, gund û bajarokên girêdayî wê beşdar bûn.

Di civîna ku li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hat lidarxistin de, behse jiyana şehîd Gulnaz Karataş hat kirin.

Li ser navê kongra star axaftin hat kirin û hat gotin: Armanca Bêrîtanê ya yekemîn rizgarkirina jinan bû û da ku roleke pêşeng di parastina azadiya xwe û gelê xwe de bilîze.

Herîma Efrînê

Kongreya Star a herêma Efrînê jî girêdayî bi dirûşmeya “Bi berxwedana jina azad em ê xeta xiyanetê têk bibin” meşek li dar xist.

Jinên herêma Efrînê li gundê Maratê yê kantona Şehbayê kom bûn û Mîtîng li dar xistin.

Li vir daxuyanî hat dayîn û soza şopandina riya şehîd Bêrîtan hat dayîn..

Kobanê

Li bajarê Kobanê jî merasîma Bîranînê li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ji aliyê Koordînasyona kogra star ve hat organîze kirin.

Endamên saziyên civaka sivîl, Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê, Jineolojî, Mala Jinê, Desteya Jinê, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi dehan welatî beşdar bûn..

Li vir, Endama Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Seyran Efrîn axivî û bal kişand ser çalakiya Bêrîtanê ku çawa tevgera jinê xurt kiriye.

Back to top button