Xelkê Helebê daketin qadan û êriş şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Helebê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin…Di meşê de bang li hêzên navnetewî hat kirin ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin..

Şênî ji pêşiya jêrzemîna Yasîn ya taxa Şêx Meqsûd xerbî meşiyan û heta çerxeya Rêber Apo a taxa Şêx Meqsûda şerqî dewam kirin..

Paşê meş veguherî mîtîngê û li ser navê koordînasyona kongra star Siltan Mihemed axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Em bang li dewletên navnetewî dikim ku bi erkê xwe rabin. Dewleta Tirk li kobanê çeteyên DAIŞ’ê li hember me sor kirin, lê bi ser neketin. Çawa çeteyên DAIŞ’ê bibin ketin, wê êrîşên tirkan jî bi bin bikevin.”

Li ser navê saziya Malbatên Şehîdan jî Remziye Salih axivî û diyar kir ku çiqas ew aşîtiyê dixwazin lê dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde dike.

 

Back to top button