Ewropa biryara pêşwazîkirina 1500 penaberên di bin 18 saliyê de da

Hikumeta Almanyayê ragihand ku hevpeymanek xwebexş ji dewletên Ewropayê difikire ku hezar û 500 penaberên negihiştî yên li peravên Yûnanistanê ku bêkes mane, pêşwazî bike.

Hikumeta Alman bi daxuyaniyekê ragihand ” Em dixwazin piştgiriya Yûnanistanê di vê rewşa mirovî ya zehmet de bikin ku di navbera 1000 û 1500 penaberî li peravên wê dimînin.

Her wiha destnîşan kir ku Almanya amade ye, hijmara guncaw ji wan kesên negihiştî di çarçoveya hevbendiya xwebexş ku li ser nîqaş tê kirin, werbigire.

Back to top button