Til Temir-Rewşa zaroka birîndar giran e

Îro saetên berbangê, dewleta Tirk a qirker gundê Dişîşa yê Til Temirê topbaran kir.
Jin û zarok di nav de, 4 kes birîndar bûn.
Her weha li gorî bîlançoya salekê ya êrişên li dijî herêma Firatê, 12 kes şehîd û 21 birîndar bûne.

Êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dijî bakur û rohilatê Sûriyê nasekinin.

Dagirkeriya Tirkiyê di saetên berbangê de, gundê Dişîşa yê Til Temirê Topbaran kir.

Ev gund dikeve rojavayî navçeyê û li ser rêya M4.

Malên Sivîlan bûn armanca êrişên dagirkeriya Tirk.

Di tobaranê de ji malbatekê 4 kes birîndarin.

Navê birîndaran ev in:

Nûriya El Hisên 40 salî, Ebduselam Mihemed 57, Kemal Ebduselam Mihemed 20, Muna Ebduselam Mihemed 11.

Di nav de jinek û zarokek jî hene.

Birîndar niha li Nexweşaneya hikme ya bajarê Hesekê tên dermankirin.

Nûçegihanên me serdana nexweşxaneyê kirin û rewşa birîndaran şopand.

Xebatkarên tenduristiyê dan zanîn ku ku rewşa zaroka birîndar a bi navê Mune giran e.

Her weha Kemal ji ber parçeyên çekan ji hemû laşê xwe ve birîndar bûye, xwîn rijiyaye li ser fatreşa wî.

Ebduselam jî, ji serê xwe ve birîndar bûye.

Li gorî xebatkaran birîna Nûriya sivik e.

Hesen Ebulezîz-Welatî Til Temir

Em razayî bûn, nîvê şevê seat 3 destpêkê hin bombe avêtin ku şev ronî dikirin ji ber wan.
Piştre topbarandê destpê kir, mala xuşka min û kur mamê min bûn hedef. Me hewar kir, me nêrî ku her der xwîne, çi sûcê vê zarokî û vî ciwanî ne.

4 Kes birîndar bûn, Mune 11 salî, Kemal 20 û bavê wan ev 20 sale li ser kursiye nikare bimeşe û Dayika wan nizanim wê êvarê birina kîjan nexweşxaneyê ku derman bikin.
Mune rewşa xwe nebaşe û gelek xwîn ji Kemal jî çûye.

Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li ser xeta sînor tobparan dike û xlekên wan deveran dike armanc.

Lê, dijî hedefgiritna jin û zarokan rêxistinên mafên mirovan yê navneteweyî bêdengiya xwe didomînin.

Bîlançoya salekê ya êrişên dijî herêma firatê: 12 Şehîd û 21 birîndar

Hemwextî êrişên rojane, bîlançoya êrişên salekê li dijî herêma Firatê hat weşandin.

Gor wê,

Ji destpêka salê ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi obus, hewan, balafirên şer û yên bêmirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nedane rawestandin.

Di êrişên li ser herêma Firatê de, 12 welatî şehîd û 21 kes jî birînar bûn.

Her wiha zirarên mezin gihaştin binesaziyên herêmê.

Back to top button