Îro saetên berbangê de dewleta Tirk gundê Dişîşa yê Tiltemirê topbaran kir.
Di encama topbaranê de 4 kes birîndar di nav de jin û zarok hene.
Dagirkeriya Tirkiyê di saetên berbangê de, gundê Dişîşa yê ku rojavayî navçeya Til Temirê û li ser rêya M4 dikeve, malên sivîlan topbaran kir.
Di tobaranê de 4 kes birîndarin di nav de jinek û zarokek heye.
Birîndar niha li Nexweşaneya Reca a Hesekê tên dermankirin.
Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li ser xeta sînor tobparan dike û sivîlan dike armanc.
Lê li dijî hedefgiritna jin û zarokan rêxistinên mafên mirovan yê navneteweyî bêdengiya xwe didomînin.