Hewlêr – Li navçeya Soran şewat derket 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Soran agir bi avahiyekê ket û di encmaê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birînda bûn.

Li navçeya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê doh şev di saet 20:30’an de bi avahiyek ya navçeya Soran ket.

Di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Eşkere bû di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 10 jin in û 4 mêr in.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, yek ji qurbaniyan bi navê Mihemed Wehîd xelkê Diyalaye, li gel dayîk û du xwişkên xwe jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha du kesên din mamostane, ji netewa Erebin û yek ji wan navê wê Dixtor Îlham e û li zanîngeha Soran mamostayê beşa yasayê ye.

Yek ji qurbaniyên din bi navê Mamosta Îsmaîle û xwendekarê master beşa Erebî bû, li gel hevjîna xwe jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên ku beşa lezgîn û bergiriya şaristanî yên Soran dane, hemû kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ji ber dûkelê xeniqîne û laşê gelek ji wan neşewitîne.

Ji ber bûyera şewatê li Soran sê roj şîn hat ragihandin.

Back to top button