Rûspî û siyasetmedarên Heêmê: Em dev ji axa xwe bernadin û li gel QSD ne

Helwesta rûspî û serokeşîrên herêmê ji roja destpêkê ve li dijî êrişên Tirkiyê diyar e.
Ew bi tundî gef û êrişên dewleta Tirk red dikin û piştrast dikin bi yekîtiyê ew dikarin li hember êrişan bisekinin.

Rûspiyê eşîra Necara ya Kurd Seûd Musa Helîmo anî ziman tevî hemû gef û êrişên domdar jî, ew dev ji axa xwe bernadin ûdê li gel QSD’ê bin.

Ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê rûspiyê eşîra El-Selman, Selah El-Selman tekez kir divê tevahî pêkhateyên herêmê bibin yek û li hember van êrişan bisekinin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê rojhilatê Dêrazorê Mihemed El-Zayid jî dibêje :

“Vîna gelên herêmê tevahî planên dagirkeriyê têk birin.”

Mihemed El-Zayid bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkê xwe di vî alî de bi cih bînin.

Back to top button