Pêşmergeyên Dêrîn ên Soran dibêjin dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze statuya li Başûr ji holê rake.
Pêşmergeyê Dêrîn ê YNK’ê Sefîn Wertî diyar kir ku armanca Tirkiyê dagirkirina Kurdistanê ye û got:
”Ew dixwaze statûya ku li Başûr li ser destê zarokên qehreman ên vî gelî çêbûye, ji holê rake.”
Pêşmergeyê Dêrîn ê YNK’ê Omer Daruselamî jî dibêje Tirkiyê sûdê ji perçebûna Kurdan digire û bi rêya hin partiyan hewl dide cihê xwe li Başûr mayinde bike.
Mam Seydo: Yên êriş dikin wê hesab bidin û em ê serî ji dijmin re netewînin
Ji serokeşîrên Şengalê Mam Seydo êrişên Tirkiyê yên dawî li ser Şengalê bi êrişên terorî bi nav kir û got:
“Yên êrîş dikin wê hesabê wê jî bidin, roj wê were yek bi yek wê hesabê kuştina zarok û jinên Êzidî bidin.
Em bi saya gerîla li vir in û em ê ti carî serî ji dijmin re netewînin.”