Hisên El-Elî: Ji bo dagirkirina herêmê Tirkiye hewl dide DAIŞ’ê çalak bike

Der barê jinûve vejandina DAIŞ’ê bi destê Tirkiyê, Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê Hisên El-Elî hişyarî da û got:
“Tirkiye ji bo dagirkirina herêmê hewl dide DAIŞ`ê jinûve zindî bike.”

Hisên El-Elî diyar kir ku gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî derfetê dide DAIŞ’ê xwe jinûve çalak bike.

El-Elî êrişa li ser girtîgeha Xiwêran bi bîr xist û diyar kir ku Tirkiyê heta niha destekê dide DAIŞ’ê û hewl dide wan birevîne.

Hisên El-Elî xwest civaka navneteweyî dewleta Tirk ji ber destekdayîna wê ya ji DAIŞ’ê re ceza bike.

Û dawiya axaftina xwe ev got:

” Civaka navneteweyî têkiliya xurt a di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê de baş dizane, lê ji ber berjewendiyên xwe, bêdeng e.

Hemû serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku hatine girtin jî eşkere kirine ku li nava xaka Tirkiyê navendên perwerdekirina çeteyan hebûn.

Back to top button