QSD’ê li gundê Curniyê yê Tebqayê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Hêzên taybet ên QSD’ê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ’ê li gundekî Tebqayê girt. 

QSD’ê der barê operasyonê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de ev agahî dan:

“Yekîneyên antî-Terorê operasyonek li gundê “Curniyê ” yê Tebqayê lidar xist.

Di operasyonê de serçeteyekî berê yê “DAIŞ’ê” hat girtin.

Wî serçeteyî xwe veşartibû û di demên dawîn de dîsa ji DAIŞ’ê re dixebitî.

Ev serçete berê beşdarî şerên li dijî QSD’ê yên li herêmên cuda bûye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, dema lêgerîna li mala serçete, gelek belge û alavên teknîk pê re hatin girtin.

Back to top button