Di 10’ê vê Hezîranê de şervanê QSD’ê Mihemed El Hemadê şehîd bû .
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê bi merasîmekê oxir kir.
Di merasîmê de nûnerên rêveberiya sivîl û leşkerî, beşdar bûn.
Fermandar Eymen El Mendo bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê axivî..
Eymen El Mendo sersaxî ji malbata şehîd xwe xwest û got:
“Şehîd Mihemed El Hemadê rêya têkoşînê hilbijart..
Navê wî jî di nav navên leheng û egîdan de hat nivîsîn..”
Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El Maşî jî got:
“Em soz didin ku têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran bidomînin.”
Dawiyê wesîqeya şehîd hat xwendin..
Ji bo malbata wî hat radestkirin..
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.