Qonaxa 2. a pêngava têkoşîna li dijî madeyên hişbir bi dawî bû

Hêzên Asayîşa Jinê ragihand ku wan qonaxa 2’emîn a pêngava têkoşîna li dijî madeyên hişbir bi dawî kir.
Her wiha diyar kir ku ewê têkoşîna li dijî hemû sûc û diyardeyên xirab ku ferd û prensîpên exlaqî yên civakê dikin hedef, dewam bikin.

Hêzên Asayîşa Jinê bi daxuyaniyekê li avahiya asayîşa xwe a bajarê Qamişlo ragihand ku wan qonaxa 2’emîn a pêngava têkoşîna li dijî terorê bi dawî kiriye.

Daxuyaniya ku bi zimanên erebî û kurdî hatî xwendin weha ye:

Hêzên Asayîşa bakur û Rojhilatê Sûriyê 25’ê Îlona 2020’an bi mebeste têkoşîna li dijî hemû şêwazên sûcê madeyên hişbir, bi silogana “Jiyan berpirsiyarî ye” li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngaveke demdirêj kir.

Di vê derbarê de îro 22’ê Sibata 2021’an, hêzên me 2 qonaxên pêngava li dijî madeyên hişbir bi dawî kirin.

Qonaxa yekemîn, bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 sûcdarên ku di depo û dermanxaneyên herêmê de kar dikirin û hebên hişbir û qedexe bi rêbazên ne-asayî belav dikirin, hatin girtin.

Her wiha 9 hezar û 937 hebên hişbir bi wan re hatin desteserkirin.

Qonaxa duyem, hêzên me yên têkoşîna li dijî sûcên birêxistinkirî bi hevkariya hemû beşên Asayîşê, Asayîşa-Jin, Komîteya Ewlekariya Giştî û Kongreya Star dest bi girtina hemû bazirgan, belavker û şaneyên madeyên hişbir kir.

Di encamê de 92 kesên sûcdar ji wan 17 jin hatin girtin.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî tekez kir ku ewlehiya herêmê erka wan ya sereke ye û ewê erkên xwe li hemberî hemû cureyên sûcan pêk bînin.

Back to top button