Di êrişa El Qaîde ya li ser Malî de 132 sivîl hatin qetilkirin

Li navenda Malî’yê êrişa komkujiyek pêk hat.

Di êrişa çeteyan a li ser yek ji bajarên herî dewlemend yên welat de 132 kes hatin kuştin.

Her çiqasî hikumeta welat ev dane diyar kiribe jî, lê berpirsên li herêmê dibêjin jimara kesên hatine kuştin bêtirin.

Ji êrişê El Qaîde berpirsyar tê nîşandan.

Di vê navberê de, rêveberiya welat 3 rojan şîn ragihand.

Li Malî’yê yek ji komkujiyên herî giran çêbû.

Li herêma Dîallassagoûyê, Bankassê ku bajarokên herî dewlemend e, komkujiyek hate kirin.

Hikumetê doh daxuyaniyek da û diyar kir ku ji komên etnîkî yên Poller ên ser bi El Qaîdeyê Ketîba Macîna 132 kes qetil kir.

Nûhûm Togo ku serokê partiyeke li Bankassê ye, diyar kir ku hejmara qurbaniyan gelekî zêde ye.

Şefê cûntaya leşkerî Asîmî Goyta ku ji Tebaxa 2020’î ve li ser desthilatdariyê ye, ji bo sê rojan şîna neteweyî ragihand.

Ketîba Macîna ji sala 2015’an ve bi êrişên li ser çekdarên xwecihî û komên etnîkî di rojevê de ye.

Beşeke mezin a vê herêmê ji dibin kontrola dewleta navendî derketiye.

Di 23’ê Adara 2019’an de li gundê Ogossagûyê ji koma etnîkî ya Pollerê zêdeyî 160 kes hatibûn qetilkirin.

Li Malî ji sala 2012’an û vir ve ku alîgirên serxwebûna bakur rabûn ser piyan û cîhadîst ketin nava liv û tevgerê, krîzeke giran a ewlekarî, siyasî û mirovî heye.

Tundiya ji ber El Qaîde û DAIŞ’ê piştre li navenda welêt û welatên cîran Bûrkîna Faso û Nîjerê jî belav bû.

Back to top button