Malbatek Efrînî bi bijîşkiya xwezayî êşên pişt û romatîzmayê derman dikin

Malbateke Efrînî bi bijîşkiya xwezayî bi gihayan êşên pişt, romatîzm û gelek nexweşiyên din derman dike.

Şêniya bi navê Fatme û hevserê wê Ehmed Bekir bi bijîşkiya xwezayî ji bo dermankirina êşên pişt, romatîzm û dîsk ji zêdetirî 20 salan ve li Şiyê a Efrînê fêr bûne.

Fatima û hevserê xwe anîn ziman ku ew bi derfetên heyî û bi madeyên xwezayî şêniyan derman dikin.

Fatima diyar kir ku gelek nexweş berê li Efrînê û niha li Şehbayê piştî dermankirina bi vê rêbazê, ji êşên xwe xilas bûne.

Fatimayê da zanîn ku ew alîkariya koçberên Efrînê dike da ku barên dorpêçê û kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê li wan sivik bike.

Back to top button