Li parêzgeha Cewf a Yemenê, di şerên navbera Artêşa Yemenê û Hûsiyan de, hin serkirdeyên hêzên Hûsî hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî ragihand ku di van şeran de, berpirsê îstixbarata Hûsiyan ê parêzgeha Cewf, emîd Riyad Selah û serokê ewlekariyê emîd Cemal El-Qeyz hatin kuştin.
Her wiha rêveberê ragihandinê yê heman parêzgehê Yehya Qem’î jî eşkere kir ku pisporekî teqemeniyan ê Hêzên Hûsî ku hejmareke mezin a bombe û mayînan pê re bû, ji aliyê artêşa Yemenê ve dîl hat girtin.
Li gorî agahiyan, artêşa Yemenê gelek dever li rojhilatê bajarê Hezim ê parêzgeha Cewf kontrol kirin û rêya di navbera wê û parêzgeha Me’ribê de vekir.
Di navbera Artêşa Yemenê û Hêzên Hûsî de, şer û pevçûnên dijwar li eniyên rojhilatê parêzgeha Cewf, diqewimin.