Şandeya Talîbanê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavoşoglu re civiya

Enqere ji bo bazarên xwe yên veşartî bi israre ku rêveberiya balefirgeha paytexta Efxanistan Kabulê kontrol bike.
Li ser vexwendina rejîma AKP, şandeyek Talîbanê bi serkêşiya Muttaqî çû Enqerê.
Ev yek jî bû serdema yekem a Talîbanê piştî welat kontirol kir ku li gel welatekî endamê NATO pêk tîne.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavoşoglu îdia kir ku wan li ser rewşa li welat pêşniyarên xwe kirine.
Berpirsên Tirkiyê jî dibêjin hevdîtinên ji bo balefirgehê dewam dikin.

Talîban û rejîma Serokomarê Tirkiye Erdogan ku xwedî heman îdeolojiyê ne, ji bo berjewendiyan di nava danûstandinan de ne.

Li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, şandeya Talîban ya bi serkêşiya wekîlê Wezîrê Karên Derve Emîrxan Muttakî berê xwe dan Enqerê.

Şandeya ku gihişt Stenbolê ji wir jî berê xwe da Enqerê.

Şandeya Talîban li gel Çavuşoglu civiyan.

Piştî civîna li çapemeniyê girtî bi dawî bû Çavuşoglu axivî û îdia kir ku ji bo vegera jinan li perwerdê û kar wan pêşniyarên xwe kirine.

Her wiha ji bo alîkariya mirovî jî axivîn.

Çavuşoglu: Talîban bixwaze em ê koçberên Efxan vegerînin welat

Wezîrê Tirkiyê anî ziman ku ger Talîban bixwaze koçberên Efxan li welat vegerin ew ê alîkariya vê yekê bikin.

Çavuşoglu diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser têkoşîna dijî terorê jî nîqaş kirine.

“Em dibînin ku DAIŞ bi taybetî li Efxanistanê xurt e.

Me ev yek di dema êrişên terorî yên li ser mizgeft û balafirgehan dît.

Muttakî, di nava hefteyên derbasbûyî de li paytexta Qeter Doha tevî DYA bi nûnerên ji welatên Ewropa dihatin re jî diciviya.

Enqere: Hevdîtinên ji bo balefirxaneyê dewam dikin

Berpirsekî ji Tirkiyê ku nexwest navê wî eşkere bibe ji tora BBC re ragihand ku hîna danûstandinên ji bo xebitandina Balefirgeha Kabulê ya navbera aliyan dewam dike.

Tirkiye tekane welatê endamê NATO ye ku piştî Talîbanê welat kontrol kir, hîna balyozxaneye û dîplomatên wî mîna berê li welat kar dikine.

Back to top button