Projeya ronîkirina kolanên navçeya Holê bi dawî bû

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Hesekê ragihand ku wan projeya ronîkirina kolanên sereke û şaxî yên navçeya Holê bi dawî kiriye.

Desteyê, di civîna ku li hola navenda Hêzên Asayîşê ya navçeyê de li dar xistî de bidawîkirina projeyê ragihand.

Di civînê de nûnerên Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê û Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên navçeya Holê amade bûn.

Destpêkê hevserokê desteyê, Silêman Ereb bidawîbûna projeyê pîroz kir û diyar kir ku ev proje ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, gelek girîng e.

Di dawiya civînê de şêniyên navçeyê spasiya aliyan kir ku çavdêriya projeyê kirine.

Di projeyê de, 167 stûn û 183 çire hatin bicihkirin ku bi rêya stasyonên kehrebeyê yên navçeyê, tê vêxistin.

Back to top button