“Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn fikrê Ocalan e”

Li Başûrê Kurdistan navçeya Kelarê ya Silêmaniyê Tevgera Azadî derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo panelek li darxist.
Di panelê de hate bang li CPT hate kirin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.

Di panelê de Endamê Komîteya Azadî ji bo Rêber Ocalan ya li Başûrê Kurdistanê Hekîm Ebdulkerîm axivî û got:

” Îro em dibînin ku li piraniya welatên Rojhilata Navîn di şer de ketiye .Ev alozî hemû tezên Rêber Ocalan piştrast dikin ku di encama siyaseta cîhanî de Rojhilata Navîn bûye qada şer.”

Piştre çalakvanê siyasî Cuma Kerîm jî derbarê tecrîda li dijî Rêber APO de da zanîn ku li Îmraliyê yasaya hêviyê nayê bicihanîn û ev nirxandin kir:

”Bi vê tecrîdê çareserî jî hatiye hedefgirtin. Şerê Hemas û Îsraîlê û hemû pirsgirêkên din ên herêmê bêy çareseriya aştî û netewa demokratîk çareser nabin.”

Parêzer Çiro Şiwanî bêdengiya CPT derbarê tecrîdê re rexne kir û got :

“Divê CPT bi erka xwe rabe, pinpêkirina mafan bandorê mehû azadîxwazan dike”.

Xelkê Qoserê: Divê em li dijî tecrîdê weke moriyan bixebitin

Back to top button