“Îdayên derbarê Silêman Ehmed de tên parvekirin nerastin”

Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Serdeşt Osman revandina rojnamevan Silêman Ehmed bi tundî şermezar kir û got; “Desthilat bixwe sucan ava dike û her kes dizane ku Silêman Ehmed rojnamevane, divê were berdan.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 15 rojin agahî jê nayê girtin.

Nerazîbûnên li hemberî revandina rojnamevan Silêman roj bi roj zêde dibin.

Tevî hemû bangan jî PDK û rayedarên herêmê bêdengin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de rojnamevanê başûrê Kurdistanê Serdeşt Osman axivî û got:

“Tometên tên ku PDK derbarî Silêman Ehmed de parvedike ne rastin.

Weke tê zanîn Silêman Ehmed edîtorê beşa Erebî ya ajanasa Rojnewsê ye, ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Em weke rojnamevan bi tundî revandina Silêman şermezar dikin û dixwazin demek jiya din zûtir hevkarê me were berdan.”

Rojnamevan Serdeşt Osman di dawiyê de ev tişt anî ziman:

“Dadgehên herêmê jî dibin bandora desthilatê dene,

rojnamevan tên revandin û bi çêkirina dosya û senaryoyên ji rastiyê dur rojnamevanan ceza dikin.

Daxuyaniyên Asayîşa Dihokê ên dibêjin ‘Silêman ji ber karê sîxuriyê hatiye binçavkirin’ durî rastiyê ne.

Em hemû dizanin Silêman Ehmed 5 salin bi awayek aktîv di ajansa Rojnewsê de kar dike.”

Bertekên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin

Back to top button