Piştî êrişên çeteyan li ser çavkaniyên jiyanê li dêrazorê, Rêveberiya Xweser hewildide cihê ku çeteyan xirakir û dizî sererast bike. Xelkên dêrazorê spasiya Rêveberiya xweser kir û gotin “Vekirina firneyên nû li herêmê dê pêdiviyên wan dabîn bike.”
Di çarçoveya pêkanîna biryarên Kongreya “Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê” de Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 firne vekirin.
Meclis armanc dike ku nan bigihîne hemû welatiyan.
Meclisê firneyek li herêma Meamêl, yek li bajarokê Dehla, yek li bajarokê Sewr û yek li gundê Hîsan vekir.
“Rêveberiya me çi destê wî tê dike.. Em spasiya wan dikin”
Welatiya bi navê Selma El Hesen a ji gundê El Hîsan ê rojavayê Dêrazorê got:
“Li gund nan kêm bû. Vekirina firneyê dê nan ji vê baştir ji welatiyan re peyda bike.”
Selma, spasiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şeniyên bi navê Ehmed El Salih ê ji gundê Ezbe jî got:
“Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin. Li herêmê aloziyeke tengav a nan hebû. Lê bi vekirina firneyan re, dê nan bi awayekî baştir peyda bibe.”
Li Dêrazorê ziftkirina rêya di navbera Mihêmîde û Xerafî de didome