Di nava Enqere û Atînayê de alozî kûr dibe

Li Derya Spî dexta navbera Tirkiye û Yunanîstanê de qet danakeve.
Tirkiye dema lêgerîna keştiya xwe ya xazê ku li Derya Spî pêk tîne dirêj kir.
Vê yekê di navbera Enqere û Atînayê de alozî derxist.
Wezîrên herdu welatan li dijî hev careke din dest bi dayîna daxuyaniyan kirin.

Li derya Spî tevgera nerewa ya dewleta tirk bûye cihê aloziyê.

Enqere dema lêgerîna keştiya xwe Oruç Reyîs heta 29 Kanûnê dirêj kir.

Vê yekê li gel Yunanîstanê bû cihê hêrsê.

Yunanîstan: Divê Enqere dest ji provakasyonan berde

Wezareta Karên Derve ya Yunanîstanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara Enqerê da û wiha got:

Dest ji vê tevgera xwe ya provakatîv berdin.

Piştî vê daxuyaniyê çav vegeriyan li ser Enqerê.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hamili Aksoy bersiva Atîna da û wiha got:

Em li derya spî mafê xwe û yê Tirkên li Qibrisê diparêzin.

Yunanîstan bila tenê li benda daxuyaniyên me yên hevdîtinê be.

Tê payîn erka keştiya Orûç Reyîs heta 23 Kanûn roja duşemê bidawî bibe.

Yunanîstan tevgera dewleta tirk ya li Rojhilatê Derya Spî bi binpêkirina mafê welatê xwe pênase dike.

Tevgera dewleta tirk li derya spî li nava welatên YE bûye cihê aciziyê.

Ev yek bi daxuyaniyên têne dayîn jî tê xuyakirin.

20’ê Mijdarê piştî civîna bi video Konfrans ya serokê welatên Ewropayê, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel diyar kiribû ku di civîna 10’ê Kanûnê de wê mijara cezakirina tirkiyê bikeve rojevê.

Ya diyar li pêşiya tirkiyê rojên zehmet xuya dikin.

Her çiqasî dewleta tirk dixwaza xwe ji cezayên Ewropa xelas bike jî lê kiryarên tirkiyê dibe sedema ku nekare ji cezayên YE bireve.

Back to top button