Balafirên nenas êrîş bir ser baregehên Îranê yên li Dêra Zorê

Balafirên nenas baregehên girêdayî Îranê yên li bajarê El-Bûkemal ê Dêra Zorê bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên nenas zêdeyî 10 êrîş li djiî baregehên hêzên Îranê yên li rojavayê bajarê El-Bûkemalê pêk anîn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî di êrîşê de 14 kes ku ji nasnameyên Efxanî û û Iraqî ne ku girêdayî Îranê ne, hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Hikûmeta Sûrî eşkere kir ku di vê êrîşê de 3 leşkeran wan hatine kuştin.

Her wiha di êrîşê de du baregeh û çend erebeyên leşkerî hatin teqandin.

ÎRAN: Çi aliyê li dijî hebûna me li Sûriyê rabe, wê rastî bersivên tûj were

Derbarê êrîşa dawî de ya li ser Dêra Zorê, Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ti leşkerên wan di êrîşê de nehatine kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku hebûna leşkerên Îranê li Sûriyê tenê ji bo şêwirmendiyê ye û çi aliyê li hember vê rabe wê rastî bersivên tûj were.

Back to top button