RJAK’ê li dijî dewleta Tirk banga avakirina eniyek hevpar kir

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan-(RJAK) bertek nîşanî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Ranyayê da û bang li hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk eniyek hevpar ava bikin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) bi daxuyaniyek êrişa dagirkeriya Tirkiyê ya li ser navçeya Ranya başûrê kurdistanê şermezar kir.

RJAK’ê bang li hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk eniyek hevpar ava bikin.

Daxuyanî RJAK’ê wiha ye:

“Divê hemû welatî, taybet jin, partî û aliyên li Başûrê Kurdistanê dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk xwedî yek helwest bin.

Ji ber helwesta dijî dagirkeriyê erkek netewî û nîştimaniye.

Bi salane Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker deye.

Ev êrîş û reftarên dijmin, tenê dibin sedema ziyanên canî û madî.

Ji bo ku êrîşên mîna ya Ranya pêkneyên, pêwîste dirûşmeya ‘Ji dagirkeriyê na’ bibe heyvanê yekîtiyê.

Divê ji bo vê jî êdî peyam û daxuyanî bi pratîkî werin kirin.”

Dewleta Tirk gundekî Ranyayê bombebaran kir

Back to top button