Li Minbicê komxebata 2. li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin

Rêxistina Berçav komxebateke diyalogê li ser beşdariya tevahî çînên civakê di forme-kirina destûra Sûriyê ya nû de li Minbicê li dar xist.

Komxebat li Xwaringeha Erebî ya rojavayê bajêr bi beşdariya kesayetên rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedar ên ji Minbicê hate lidarxistin.

Di komxebatê de mijarên pêşkêşkirina fikir, nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşdeçûna xebata destûrê heta gihandina destûreke nû ku tevahî pêkhateyên Sûriyê bihewîne, hatin nîqaşkirin.

Mijara komxebatê li ser rêveçûna xebata destûrê ya Sûriyê bû.

Endamê komîteya destûra Sûriyê Dr. Mazin Xerîb ji Brîtanya bi rêya onlinê beşdarî komxebatê bû û bi beşdaran re pirsgirêkên li hember formekirina destûra nû û başbarbûna tevahî aliyan, nîqaş kir.

Dawiya komxebatê, beşdaran pêşniyar û nêrînên xwe yên têkildarî beşdariya tevahî pêkhateyên civakê di forme-kirina destûra Sûriyê ya nû de anîn ziman.

Back to top button