Asayîşê operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê da destpêkirin

Ji ber zêdebûna tevger û sûcên malbatên DAIŞ’ê li kampa Holê, Hêzên Asayîşê, operasyoneke ewlehiyê li kampê da destpêkirin.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro berbangê li derdora kampa Holê belav bûn û ji bo operasyonên ewlehiyê derbasî kampê bûn.

Li gorî berpirsên hêzên Asayîşê, 6 hezar endamên hêzên wan, QSD û YPJ’ê beşdarî operasyona li kampê dibin, da ku bandora DAIŞ’ê bi dawî bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Siyamend Elî diyar kir, ku operasyonên ewlehiyê ji ber zêdebûna asta tevgerên malbatên çeteyên DAIŞ’ê di kampê de û rêxistinbûyîna jinên DAIŞ’î hate destpêkirin.

Siyamend Elî destnîşan kir ku ev operasyon li ser banga şêx û rûspiyên eşîrên herêmê hate destpêkirin da ku xeteriya vê kampê li ser herêmê û li ser cîhanê sînordar bike.

Tê payîn, Hêzên Asayîşê di saetên pêş de daxuyaniyekê bidin raya giştî.

Back to top button