Dewleta Tirk gundewarê Til Temir û Minbicê topbaran kirin

Dewleta Tirk a qirker careke din berê topên xwe da herêmê.
Artêşa dewleta Tirk gundê Um Edese yê bakur rojavayê Minbicê topbaran kir.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê 6 top li gund ketine.

Dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Dirdara tobparan dike

Doh êvarê jî artêşa dewleta Tirk careke din gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê da ber topan.

Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Back to top button