Eyn Îsa-Pêdiviyên dibistanan li xwendekaran hatin belavkirin

Meclisa Kantona Girê Spî pêdiviyên dibistanan li xwendekarên dibistanên rojhilatê Eyn Îsayê belav kirin.

Pêdiviyên dibistanan, li dibistanên bajarokê Hîşe û gundên wê û yên li nêzî eniyên şer hatin belavkirin.

Hevseroka meclisê Fadîle Mihemed û endamên Komîteya Jinan a kantonê çavdêriya belavkirina pêdiviyan kir.

Li gorî endama Rêveberiya Komîteya Jinan Medîne Mihemed, ji vê xebatê armanc dikin piştgiriya şêniyan bikin ku tevî êrişan jî li herêmê ne û li ber xwe didin.

Her wiha da zanîn ku wan xwest zarokan teşwîqî xwendinê bikin.

Çavdêrên xebatê, hewldanên kadroyên perwerdeyê yên li herêmên nêzî eniyên şer, silav kirin û daxwaz ji wan kir ku xebatên xwe berdewam bikin.

Beriya vê jî, pêdiviyên dibistanan li zarokên şehîdan ên kantona Girê Spî hatibûn belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku dê, ev xebat li bajarok û gundên kantona Girê Spî û kampa koçberên Girê Spî jî pêk were.

Back to top button