Li Bakurê Kurdistanê her ku dem diçe bîlançoya erd hejê girantir dibe
Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hîne di bin kavilan de ne..
Dewleta Tirk hîn gelek navçe û bajar taybet jî yên muxalîf xebatên lêgerînê nedaye destpêkirin.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Hejmara qurbaniyên erdhejê 3 hezar kesî derbaskir
Hejmara birîndaran jî 15 hezar û 834 kes e.
Li Bakurê Kurdistanê her ku dem diçe bîlançoya erd hejê girantir dibe
Li Bazarcixê ku erdhejê bandora herî giran lê kir, tîmên rizgariyê doh êvarê derdora saet 19’an gîhîştin navçeyê.
Tîman li çar avahiyan dest bi karê rizgarkirinê kirin, lê li dehan avahiyên li navçeyê ti kar nayê kirin.
Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe karê rizgarkirinê bimeşînin
Hilweşîna li Amedê gelekî mezin e
Li Amedê jî karê lêgrîn û rizgarkirinê didome,
Hilweşîna Amedê gelek mezin e, Li gorî daneyên nexweşxaneyên dewletê, li Amedê 49 kesî jiyana xwe ji dest dan, 562 kes jî birîndar bûn e.
Şêniyên Amedê şeva xwe li derve derbas kirin
Şêniyên bajêr şeva xwe li der ve derbaskirin, hinek li ber agir hineke 03.07-03,17 karbîn
jî cihên ku Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê diyar kirine wir bi cih bûne. 05,40-05,48 bikar bîni
Saetê derengiya şevê li Amedê du welatî di bin kavilan de hatin rizgarkirin.
Şêniyên Meletîyê: Roja ewil em tenê hatin hiştin
Ev jî dîmenê bajarê Meletiyê ne, ev bajar ji ber bajarekî kurdan e, elewîne û deng nade erdogan ti kes hawara wan de naçe, şêniyan jî diyar kirin ku roja ewil ew tenê hatine hiştin, bi hezaran kes benda alîkriyêne, dewlet hawara wan de naçe
Navçeya sergolanê careke din hejiya
Li navçeya Sergolan a Semsûriyê jî gotin di cih de be ji qirkirinê re rû bi rû hatiye hiştin navçe bi temaî xirabûye lê di hêzêke dewlet Tirk a dagirker neçûye.
Tê gotin bi sedan însan di vê sermayê de di bin kavilan de ne banga rizgariyê dikin
Her wiha vê sibêhê heman navçe bi dijwariya 5, 6 careke din hejiya
Hilweşîna Lîwa Îskenderûn gelek mezin e
Ev jî dîmenê hatay ango lîwa Îskenderûn e, di roja duyem de hîn alîkarî ji wan neçûye weke ku di dîmen de xuya dike bajê hemû hilweşiya ye,
Navçeya Elbîstan a Mereşê hîn lêgerîn destpê nekiriye
Ev jî navçeya Elbîstan a Merşê ye ti tîmeke rizgarkirinê nîne, di ser de jî rewşa hewayê barana berfê jiyan kesên di bin kavilan de maye zehmetir kiriye. 00
Jimara qurbaniya 3 hezarî derbas kir
Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk di erdhejê de heta niha 3 hezar û 379 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara avahiyên hilweşiyan jî 6 hezar û 217 ne, tê texmînkirin ku hîn jî bi hezaran kes di binê xirbeyê avahiyan de ne.
Şert û mercên giran ên hewayê bandoreke neyînî li karên rizgarkirinê dike.
Çavkaniyên ji herêmê radigihînin ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û rayedarên dewleta Tirk hejmara rastî vedişêrin.