Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku Garê jî di nav de, plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê li ser 4 qonaxan hatiye dabeşkirin. Berwarî da zanîn ku êrîşa li ser Garê ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê, partiyên desthildar û yên opozîsyonê ezmûneke gelekî girîng bû.
Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku Garê di nava qonaxa plana dagirkirinê de cih digirt û got:
“8 meh dan dewleta Tirk ku hêdî hêdî Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Dagirkirina Başûr kirine 4 qonax:
Çiyayê sînorê Zaxo heya Kêlaşînê.
Qonaxa duyemîn; girtina Garê û Metînayê.
Qonaxa sêyemîn; pişta çiyayê Şêxan, Meqlûbê Şêxa û Akrê û qonaxa çaremîn; çiyayê Hemrîn û sînorê Başûrê Kurdistanê ne.”
Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ev lihevkirin piştî çûyîna Kazimî ya bo Enqereyê, lihevhatina wan û hatina Hulusî Akar, pêk hat.
10 Sibatê jî Artêşa Tirk a dagirker êrîşeke dagirkirinê li dijî herêma Garê da destpêkirin û di nava 4 rojan de ji ber berxwedana Gerîlayan xwe negirt û bibinketî bi paş de vekişiyan.
Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk dixwest beriya 15’ê Sibatê derbeyeke leşkerî li herêmê bixe, ev ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên desthilatdar û yên opozîsyonê, ezmûneke gelekî girîng bû.
Li dijî dagirkeriya Tirk Berwarî diyar kir ku divê helwestên serokkomar, serokwezîr, parlamenterên Iraqê, Amerîka û Ewropayê jî hebin.
Dr. Kamûran Berwarî: Şengal, Başûr û Rojava di nava plana dagirkirinê de ne
Kamûran Berwarî diyar kir ku hatina leşkerên dewleta Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê zirarê dide yekîtiya nîştimanî ya Kurdan û got:
“Ji bo yekîtiya neteweyî divê em pêngavan li ser asta leşkerî, siyasî û dîplomasî biavêjin.
Şengal, Rojava û Başûr di nava plana dagirkeran de ne.
Divê gelê Kurd li rêber, şervan, partî, ax û şoreşa xwe xwedî derkeve.
Dem dema xebat û têkoşînê ye, yan jiyaneke birûmet, şeref, serkeftin û keramet, an jî mirineke koletî û serşorî.”
Her wiha Dr. Kamûran Berwarî têkildarî kuştina 13 dîlên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve, anî ziman kuştina wan sûcê mirovahiyê ye û berî niha jî hewldanên wisa hatibû kirin.
Dewleta Tirk ji bo bala raya giştî bikişîne û wê bi alî xwe de bîne, xwest Gerîla bi vê kirina xwe ya newêrek tawanbar kir, lê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG’ ê teqez kir ku “Ti armanca dewleta Tirk a rizgarikirina wan dîlên şer nînbû, lewam ji bo wan bikujin, ji bejahî û hewayî de êrîşê wan kir.”