Dema dengdana bo hikumet nû a Iraqê diyar bû

Êdî li ser kursiyê serokomariya Iraqê, Dr Letîf Reşîd heye.
Piştî serokomariyê niha amadekariyên hikumeta nû tê kirin.
Hevpeymana Îdareya Dewlet ragihand ku wan di civîna xwe de biryar dane 22’ê Cotmehê parlamento bicive û dengdan li ser hikumeta nû pêk were.

Hevpeymana Îdareya Dewlet bi daxuyaniyekê ragihand ku duh wan civîna xwe ya asayî ku li ser pêkanîna hikumeta nû bû pêk anî.

Civîn li ofîsa serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûs pêkanî.

Di daxuyaniyê de tê gotin;

“Di civînê de behsa pêşketinên dawî yên siyasî û avakirina hikumeta nû hate kirin.

Hevpeymana me amadebûna xwe ji bo civîna parlamentoya Iraqê ya di 22’ê Cotmehê de ji bo dengdana hikumeta nû ragihandiye.”

Sûdanî ji bo avakirina hikumeta nû hat erkdarkirin

Her wiha piştî ku hilbijartina Letîf Reşîd, yekser ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê namzetê Çarçoveya Hemahengî yê ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiya Sûdanî hat erkdar kirin.

Li gor yasayên Iraqê, divê Mihemed Şiya Sûdanî di nava 30 rojan de hikûmeta nû avabike.

Ger di nava 30 rojan de nekarî hikûmetê avabike, wê serokomar ji bo avakirina hikûmeta nû kesek din erkdar bike.

Back to top button