HPG: Li Botan û Xakurkê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dikin. Artêşa Tirk ji ber çalakiyên gerîla rojane windahiyên mezin dide.
HPG’ê diyar kir li herêmên Botan û Xakurkê 8 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê diyar kir li herêma Avaşînê jî ji hewayê ve li dagirkeran hate xistin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastinê yên Hewayî ên Şehîd Delal 11’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li qada Kilîse ya Herêma Avaşînê çalakî pêk anîne. Hat diyar kirin bi vê çalakîyê bi serketî li hedefan hatiye xistin.

HPG’ê derbarê Pêngava Serketina Egîdên Botanê de ku li herêma Botanê hatiye destpêkirin, ev agahî parve kir;

“Hêzên me li dijî dagirkerên li qada Bestayê a bi ser Berwarî ya Sêrtê, 9’ê Hezîranê çalakîyeke bi koordîneyî lidarxist. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir bi çalakiyê artêşa Tirk hatiye hedef girtin û da zanîn ku cerdevan bi ti awayî ne di hedefa wan de ne.

HPG’ê destnîşan kir ti agahîya wan jê nebû ku cerdevan li wê qadê hene û sersaxî ji malbata cerdevanê bi navê Mihemed Babat yê ku jiyana xwe ji dest da re xwest. HPG’ê diyar kir dewleta Tirk bi zanebûn cerdevanan dide pêş û bang li cerdevanan kir ku baldar û hişyar bin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî li herêmên Zap, Avaşîn û Xakurkê li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor hatine lidarxistin.

HPG’ê da zanîn 12’ê Hezîranê di encama çalakiya gerîlayên YJA Starê de li herêma Xakurkê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku li herêma Metîna li cihên ku hêzên PDK’ê lê dimînin xebatên çêkirina rê û çeperan dewam dikin.

HPG’ê diyar kir hêzên PDK’ê koordînatên cihên gerîla dane dewleta Tirk û ew cih ji aliyê dewleta Tirk de hatine bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber tevdîrên ku hatibûn girtin tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên pênc gerîla yên bi navên Amara Cûdî, Diyana Marîa, Jîn Yilmaz, Sarya Çiya û Rûbar Marûfî ku 8’ê Gulana 2021’î li herêma Avaşînê di encama berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û ji bo hilanîna tola wan soza mezinkirina têkoşînê da.

Back to top button