Mûrad Karayilan: Ger gel û şervan bi hevre li dijî dijmin şer bikin wê teqez serbikevin

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku seferberiya Rêveberiya Xweser di cih de ye û got: Ger şevan û gel bi hev re bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî şerbikin wê teqez bi serkevin.
Karayilan bang li hemû pêkhateyan kir ku bi hêza xwe bawerbin, serkeftin a gelan e.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan di hevpeyvîneke taybet bi ANF’ê re mijarên di rojevê de nirxand.

Mûrad Karayilan salvegera 10’an a Şoreşa Rojava li hemû pêkhateyan pîroz kir û diyarkir ku Şoreşa Rojava ji bo hemû mirovahiyê nimûneyek e.

Murad Karayilan: divê hemû pêkhate ji hêza xwe bawerbin

Karayilan dazanîn ku hin hêz dixwazin vê nûmûneya demokratîk ji holê rabike.

Karayilan biryara seferberiyê ya Rêveberiyê Xweser a li dijî êrişan gaveke di cih de pênasekir.

Fermandar Karayilan bang li hemû pêkhateyên li Rojava kir ku ji xwe bawerbin.

Murad Karayilan: Sekna koalîsyonê li dijî hevkariya-Tirkî û DAIŞ’ê cihê nakokiyê ye

Karayilan balkişand li ser têkila dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re û got “Heta Tirkî li Sûrî neyê qewitandin DAIŞ têk naçe.

Karayilan helwesta hêzên Koalîsyonê li hember Tirkî û DAIŞ’ê wek nakokî pênasekir.

Back to top button