Rûsya, Îran û Tirkiyê dicivin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo girtina destûra êrişekê li dijî Rojava, ji welatekî berê xwe dide yê din.
Îro jî bi Îran û Rûsyayê li Tehranê dicivin û ji çareserkirina dosya Sûriyê wêdetir, Tirkiyê ketiye pey pêkanîna êrişeke nû.

Îro li paytext Tehranê, wê serokên Rûsya, Tirkiyê û Îran werin ba hev.

Li gorî wan wê aloziya Sûriyê were gotûbêjkirin.

Ev civîn hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava pêk tê.

Berî wê jî çend daxuyanî derketin.

Wezîrê yKarê derve ê Îranê Husên Emîr Ebdulehiyan ragihand ku kêmkirina şer li deverên rageşiyê li Sûriyê yek ji mijarên girîng ên civînê ye.

Serokê Dewleta Tirk Erdogan jî dîsa qala NATOyê kir ku heta Swêd û Fînlanda şertên xwe bi cih neyinin, wê endamtiya wan qebûl neke.

Rûsyayê jî hew behsa têkiliyên xwe û Îranê kir.

Tam di demeke wiha de, Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Şamê Fêsel Miqdad gihaşt Îranê.

Balkêş e ku hersê welat di roja 19 Tîrmehê ango di dehsaliya Şoreşa Rojava de hatine cem hev û dê Rojava weke mijareke sereke li ser maseyê be.

Şefê rejîma AKP’ê Erdogan li ser rêya Tahranê ye

Back to top button