Konseya Rêvebir a KNK’ê radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê Desthilata Ermenîstanê ve bo dewleta Tirk şermezar kir. KNK’ê got: “Hikûmeta Ermenistanê bi radestkirina şervanên Kurd, xiyanet li Kurd û Ermenan kir.
KNK’ê di daxwiyaniya xwe de got:
Derket holê ku hikûmeta Paşînyan bi dewleta Tirk re têkiliyên qirêj danîne..
“Li ser van şervanan bazariyên neexlaqî û nemirovane kirine û ew radestê MÎT’a Tirk kirine.
Îstixbarata Ermenistanê bi vê kiryara xwe ya qirêj, bûye weke şaxekê MÎT’ê.
Bi vê helwesta xwe ya kirêt û bêexlaq, hikûmeta Paşînyan li gelê Kurd, li gelê Ermen xiyanet kiriye.
Ev helwest, hewildana xirakirina pira dostanîyê ya di navbera gelên Kurd û Ermen de ye.”
KNK’ê bang li gelê Ermen kir ku li ber vê hikûmeta xayîn rabin ..