Komxebata Jinên Ciwan bi encamnameyekî bi dawî bû

Komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê pêk hat, bi encamnameyekî bidawî bû. 

Komxebat bi beşdarbûna 60 jinên ciwan, endamên Kongra Star û şervanên YPJʹê, li hola Serdem a bajarê Hesekê dest pê kir.

Komxebat bi diruşmeya “Bi şerê gel ê şoreşgerî, jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibinʹʹ, hate lidarxistin.

Di komxebatî de 2 mijarên sereke; parastina cewherî û girîngiya wê û êrişên li dijî jinan wekî destavêtin, tundî, xebitandin û fihûş hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan ber fereh, komxebat bi encamnameyekî bidawî bû.

Hin xalên ji bo çareseriyê di encamnameyê de hate ragihandin wihane:

Divê mafê hemû jinan wer naskirin

Divê jin bi cesaret li hember her cûre êrişan li ber xwe bide û xwe bawer be.

Divê rêxistinên civaka sîvîl li dijî tundiya li ser jinan bi erka xwe rabe û jinan re alîkarbe.

Back to top button